Ji jinên femînîst banga têkoşîna hevpar 2024-07-07 18:23:51   WAN - Komek jinên femînîst ku çûn serdana şaredariya bajarê mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî qeyûman îradeya gel diparêzin û banga xwedî derketina li şaredariyan kirin.   Komeke jinên femînîst ku ji bo serdanan hatibûn Kurdistanê, serdanan didmînin. Îro jî çûn serdan aşaredariya bajarê mezin a Wanê û hevşaredar Neslîhan Şedal, tevgera jinên Azad (TJA), hevşaredarên jin yên naçveyên DEM Partiyê pêşwazî kom pêşwazî kirin. Jin di odeya civînê de hatin gel hev û banga piştevaniya hevpar kirin.   Li ser navê TJA’yê Çaglar Demîrel axivî û da zanîn ku got bi salan e li dijî zîhniyeta serdest têbikoşin.  Femînîst Ozlem Şen jî daxuyakirin ku li gelek bajarna bi hevşaredaran re hatine gel hev û der barê xebatan de agahî girtine.    Neslîhan Şedal jî destnîşan kir ku bi pêşwazîkirina jinên femînîst kêfxweş bûne û got jinan pêşengiya berxwedanê kiriye û ji bo mezinkirina têkoşînê hewl didin.   ‘Em ê li dijî qeyûman bêdeng nemînin’   Piştî axaftinan, civînek hat kirin. Bi dirûşmeya ‘femînîst ji qeyûman re dibêjin na’ daxuyaniyek hevpar hat dayîn.   Femînîst Dîdar Gul daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wê li dijî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên qeyûman bêdeng nemînin. Dîdarê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes xwedî li îradeya xwe derkevin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.  B bb gcfdtbsvfgtrngfvcernameya jinan bi serdana Girê Seyîr a li Artemêtê bidawî bû.