Çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê wê bidomin 2024-07-07 15:26:06     STENBOL - Xizmên girtiyên ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng Bide Azadiyê" li dar xistin diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîdê wê her hefte çalakiyan li dar bixin.   Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê Komeleya Hiqûq û Piştevaniyê ya Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) çalakiya "Deng Bide Azadiyê" hate lidarxistin. Xizmên girtiyan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û her wiha Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî amade bû. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.   'Têkoşîn wê bidome'   Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez li vir axaftinek kin kir, diyar kir ku heta tecrîd rabe wê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin û got, "Em ê weke her hefteyê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin, ji bo şikandina tecrîdê, li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin em ê têkoşîna xwe bidominin."   Çalakiya rûniştinê bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.