ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-07 09:00:00     * Hewa, av, kevir û çiyayên Kurdistanê ku her kesî heyran dihêle. Dema mirov xwedî li berxwedan û bawerî bin, rêya mirov di tê de dimeşin jî xweş e…BI DÎMEN    * Jinên Colemêrgê ji bo meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ ya li dijî xespkirina îradeyê hatibû destpêkirin û wê di 8’ê Tîrmehê de li Colemêrgê be, bang kirin û gotin: “Qeyûm polîtîkayeke şer û asîmîlasyonê ya ji bo tunekirin çand, ziman, terza jiyana Gelê Kurd e. Li dijî va polîtîkayan em hemû kesî roja duşemê vexwendiyê meşa li Colemêrgê dikin.” BI DÎMEN    * Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 jin û 2 zarokan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ