ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-06 09:00:00     *Di 9’emîn pakêta darazê ya hat meclîsê de mafê paşnavê jinan nehat naskirin û maddeya 6284'an di vê pakêtê de cih negirt. DÎMEN HEYE    *Di ‘Turnuvaya futbolê ya Gulistan Doku’ ku meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê tîne de jinan der barê qetilkirinên jinan ku her roj zêde dibin de ji mîkrofonên me re axivîn. Endama meclîsa şaredariya Tuşbayê Mulkes Avras der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivî û got: “Qetilkirinên jinan di bin navê ‘namûsê’ de tê rewakirin. Li gorî me ne tenê jin mirina tu zindiyî nikare bê rewakirin.” DÎMEN HEYE