Meşvanên ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ gihiştin Elbaqê 2024-07-05 21:44:38   WAN - Meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" a li dijî qeyûman hat destpêkirin, gihişt  Elbaqê. Meşvanên bi pankarta ‘ ji tecrîdê re na! Deng bidin azadiyê’ meşiyan piştî sê rojan şûnde 116 kîlometre rê meşiyan.   "Meşa ji îradeyê re rêzgirtin" ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê de ya Gelan (DEM Partî)  di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, gihişt Elbaq a Wanê. Piştî daxuyaniya li Tesîsta Ova meşvan bi pankarta ‘ji tecrîdê re na! Deng bidin azadiyê’ meşiyan.  Meşvanan nava rojê de 25 km rê meşiyan û dawiya sê rojan de 116 kîlometre rê meşiyan.   Ji Tesîsa Ova heta ketine Elbaqê her tim av û xwarin hatin îkramkirin. Welatiyên ji ber meşa dirêj lingên wan av girtin, piştî pansumanê dîsa tevli meşê bûn.  Meş bi israr hat temamkirin.   Bi coş hatin pêşwazîkirin   Li navenda Elbaqê meşvan bi coşek mezinbi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Dayik ji malên xwe derketin û tevli meşê bûn.  Govend hat gerandin û navbera xwarinê hat dayîn.  Meşvanan roja xwe wisa temam kir.   Bernameya sibê   Meşa ku sibê hefteyek xwe temam dike, wê sibê ji navçeya Elbaq a Wanê bê destpêkirin. Meş wê sibê bigihêje Qada Azadiyê ya girêdayê Colemêrgê. Meşvan wê şeva xwe li tenîşa Zapê derbas bikin.