Ji Baroya Mêrdînê derbarê DEDAŞ’ê de daxuyanî 2024-07-05 19:04:54   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, der barê ku  piştî karaseta ku 15 kesî jiyana xwe ji dest dabû, DEDAŞ’ê welatî bi îdiaya ‘ceyrana kaçax bikaranîne’ hedef girtibû de daxuyanî da û da zanîn ku wê şopdarê mijarê bin.    Li Şemrex a Mêrdîn û Xana Axpar a Amedê şewat derketibû û di şewatê de 15 kesî jiyana xwe ji dest dabû.  Piştî karasetê DEDAŞ’ê îdia kiribû ku ceyrana kaçax tê bikaranîn û welatî hedef nîşan dabûn. Baroya Mêrdînê der barê mijarê de daxauyanî da. Daxuyanî li Parka Karayolari hat dayîn û serokê BAroyê Îsmaîl Elîk û gelek parêzer, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, pralamenterê DEVA Mehmet Emîn Ekmen û gelek kes tevli bûn.   Îsmaîl Elîk daxuyanî xwend û balkişand ser zextên ku DEDAŞ li ser welatiyan dike û got fatureyên tên jî gelek zêde ne. Di berdewamiyê de hat destnîşan kirin ku DEDAŞ îdia dike ku welatî ceyrana kaçax bikar tînin û got sûcê esas DEDAŞ dike û got: “Biryarên ku dadgeh dide DEDAŞ li dijî vê tevdigere. 15 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran zindî telef bûn. Welatiyan can û malên xw ewind akirin. Ziraerk mezin dîtin. Em ê li dijî vê dijhiqûqiyê hewldanên hiqûqî bidomînin.”