Cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî hat birîn 2024-07-05 09:28:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan Şerîfe Mihemedî û hevjînê wê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdiaya “serhildana çekdarî ya li dijî rejîma Îranê” hatin cezakirin.   Cezayê darvekirinê li çalakvana karker ya jin Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt bi tometa ‘serhildana çekdarî li dijî rejîma Îranê’ hate birîn.   Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl û Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê piştrast kirin. Kampanya ji bo Şerîfe Mihemedî tekez kir ku hukmê darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî ragihandina şer û cezayê darvekirinê ye li dijî hemû çalakvanên civakî û sivîl. Lewra banga betalkirina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî û serbestberdana bê şert û merc kirin.   Şerîfe Muhammedî ya dayika zarokek 12 salî ye û hevjînê wê bi hinceta ku bi ser Partiya Komele ve ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û girtin.