Meşvanên 'Meşa Rêzgirtina ji Azadiyê re': Qeyûm tecrîd e 2024-07-05 09:27:23     Zelal Tunç-Dîlan Babat   WAN - Meşvanên tevli "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr xistin û gotin:"Meşa me ne tenê li dijî qeyûm e. Qeyûm gavê paşde biavêje jî wê têkoşîna me dewam bike."   Di 3'yê Hezîranê de qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin. Li dijî xespkirina îradeya gelê kurd Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" dest pê kir. Meşanên ku li dijî qeyûman li Wanê derketin ser rê peyama em gavê paşde navêjin dan. Meşvanan roja duyem a meşê li dû xwe hiştin. Meşvanan bi tilîlî, stran û çepikên xwe li dijî qeyûm meşa xwe dewam kirin.    'Ji bilî têkoşînê ti çareya me nîne'   Çalakgeran têkildarî girêdana meş û meşên li dijî qeyûm û tecrîdê ji ajansa me re axivîn. Rêvebera Navçeya DEM Partiyê ya Îzmîrê ya Konakê Ruhtan Ulu, got, “Tecrîd bi desteserkirina vîna van gelan dest pê dike. Îro bi hezaran girtî li girtîgehan hene. Ji ber vê jî gelek hevalên me yên li hundir cezayê muebbetê digirin. Sedema van hemû pêkanînan ji siyaseta faşîst a dewletê tê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma dewletê bidomînin. Em li navçeya Konakê ya ku ez lê dijîm, li dijî tecrîdê bênavber têkoşîna xwe didomînin, ji ber ku çareya me ya din nîne."   'Ger tecrîd rabe dê pêkanînên qeyûm bi dawî bibin'   Ruhtan bi lêv kir ku qeyûm biçe wê tecrîd jî bi dawî bibe û wiha pê de çû:“Tê gotin ku eger Birêz Abdullah Ocalan azad bibe wê li welat di her alî de aştî pêk were, yekane sedema belavbûna faşîzmê polîtîkaya tecrîdê ye. Ger tecrîd rabe, dê pêkanînên qeyûman jî bi dawî bibe û tundiya kujerên mêr jî bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê em bi tenê nemînin û tecrîd bi hevgirtinê were rakirin. Eger yekitî zêdetir çêbibe, dê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin."   'Heta ku birêz Ocalan neyê azadkirin wê zext bidomin'   Endama Meclîsa Şaredariya Amedê Yasemîn Akengîn diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê li hemû qadên jiyana gelê Kurd xwe dide der û got: "Ev yek ne tenê Kurdan, li hemû beşên civakê yên Tirkiyeyê bandor dike. Îro tecrîd li hundirê malên me de jî belav bûye. Bi taybet bi tayînkirina qeyûman êrîş li ser destkeftiyên jinan tê kirin. Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber pêwîst e. Bi Birêz Abdullah Ocalan nayê axaftin. Heya ku ev êrîş neyên çareserkirin, ev weke qetlîamên jinan, qeyûman û êrîşan derdikeve pêşberî me. Her kêliya tecrîdê tê wateya êrîş û şer."   'Divê her kes li dijî tecrîdê rabe'   Yasemînê da zanîn divê her kes li dijî tecrîdê rabe û wiha got, “Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya Tirkiyeyê ye jî. Di encama azadiya Birêz Ocalan de pêkanîn û êrîşên li hemberî jinê wê ji holê rabe. Em ê di pêvajoyek pir cûda re derbas bibin. Divê her kes bi rengekî li dijî vê tecrîdê raweste. Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin. Meşa me ne tenê li dijî qeyûman, li dijî zêdebûna komkujiyên li ser jinan, polîtîkayên tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd e."   'Em bi rengekî din ê bêhiqûqiyê re rû bi rû ne'   Endama MYK'ê ya DEM Partiyê Elif Bulut da zanîn ew bi bêhiqûqiyeke mezin rû bi rû ne û wiha pê de çû:" " Em ji bo guhertina vê pêvajoyê têdikoşin. Hiqûq li gorî mirovan nayê sepandin, qanûn çi dibe bila bibe, divê bê alî bê sepandin. Ji ber vê em li dijî tecrîdê derdikevin. Tecrîda li vir tê kirin, li ser Birêz Abdullah Ocalan tê kirin. Divê li dijî bêhiqûqiyê em dengê xwe bilind bikin. Îro ger hûn li dijî mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê dernekevin, hûn li dijî desteserkirina mafên demokratîk ên gelê Kurd dernakevin. Ger hûn li dijî desteserkirina mafên xwe yên demokratîk dernekevin, ev dibe sedem ku hikûmet tişta ku dixwaze pêk bîne. Ev dibe sedem ku hikûmet bibe otorîter. Ev yek di şeklê êrîşeke din a li ser komeke din, baweriyeke din de berdewam dike. Bêdengî ber bi meyleke din ve dibe. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li dijî tecrîdê li ber xwe bidin."   'Em ê paşde gavê neavêjin'   Elif da zanîn ew ê paşde gavê neavêjin û wiha got:"Ger li welat demokrasî pêş nekeve dê aboriya we xirab bibe. Li Colemêrgê ji bo 3 serdeman qeyûm hat tayînkirin. Ev kes bi israr dibêjin ku em we bi hilbijartinê naxwazin. Qeymeqamek ku hemû îmkanên dewletê bi kar tîne tayîn dikin. Dema hikûmeta AKP'ê her tim di nava tengasiyê de ye dibêje 'Ez bi hilbijartinê hatim'. Ger hûn vîna gelekî hilbijartî nas nekin wê ev gel berxwedanê nîşan bide. Ev berxwedan bi plan li hemû beşan belav dibe. Me li Wanê dît, li Colemêrgê jî dît. Em jin li hemberî van polîtîkayan li ber xwe didin. Em ê paşde gavê neavêjin."