ROJEVA 05'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-05 09:00:00     * Li her kolanên Amedê wesayîtên zirxî ku pêkanînên OHAL’ê tînin bîra mirovan, welatiyan bêzar dike û bandorê li ser zarokan jî dike. Welatî vê dîmena li bajar wek ‘bajar veguhertine girtîgeha vekirî’ şîrove dikin. BI DÎMEN    * Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kapdan derbarê ‘Plana Çalakî û Belgeya Vîzyona Xurtkirin û Parastina Malbatê’ ya di 15’ê Gulanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de axivî û da zanîn ku polîtîkayên qeyûm, mufredata nû û ev plana çalakiya nû digihêjin heman nokteyê. Ozgulê ji bo plana çalakiyê got: “Dema em dibêjin Afganîstanbûyîn wê bibe mînaka ku em çi dibêjin.” BI DÎMEN    *Meşvanên tevli "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr xistin û gotin:"Meşa me ne tenê li dijî qeyûm e. Qeyûm gavê paşde biavêje jî wê têkoşîna me dewam bike." BI DÎMEN    *“Cil û berg parçeyekî girîng a hebûna me ye. Di dema dibistanê de min ferq kir. Wê demê bi hişmendiya zarokatiyê min armanca van polîtîkayana nizanibûn. Lê hestên min digotin. Di vê mijarê de tiştekî ku hêzê bide min tunebû. Ne malbat xwedî vê hişmendiya polîtîk bû ne jî têkiliyên min. Min xwest cîhanê nas bikim." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ