Meşvanên ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ bûn mîvanên Keleha Xoşabê 2024-07-04 19:21:02   WAN - Meşa ‘Ji Îradeyê re rêzgirtin’ ya ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve berbi Colemêrgê hat destpêkirin bi coşek mezi ndidome. Di meşa ku stran qet nasekinin de meşan bûn mîvanê Keleha Xoşabê û dîmenên rengîn derketin holê.    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hatibû tayînkirin û li dijî tayînkirina qeyûm, “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hatibû destpêkirin. Meş, li navçeya Payîzava ya Wanê didome. Meşvan, li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn daxuyanî dan.   Piştî daxuyaniyê meşvan berbi taxa Xoşabê ve meşiyan. Meşvanên nêzî Keleha Xoşabê bûn, ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşewazîkirinê de gel eleqeyek mezin nîşanê meşvanan dan û piştî vê meşvan berbi Tesîsa Bîhndanê ya Dogu meşiyan û wê şevê li vir derbas bikin.