MKG: 7 jinên rojnameger girtîne 2024-07-04 09:50:24     AMED - MKG'ê di ropara xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha hezîranê de diyar kir ku têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e û got:"Di meha hezîranê de jî jinên rojnameger hatin darizandin. Niha 7 jinên rojnameger di girtîgehê de ne."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha hezîranê eşkere kir. Li gor raporê niha 7 jinên rojnameger girtîne her wiha darizandin û cezakirina rojnamegeran di meha hezîranê de jî dewam kir. Di vê mehê de jî rojnameger li qadan hatin astengkirin û binçavkirin.    Berdewamiya raporê wiha ye:   "Rapora binpêkirina mafan a meha hezîranê: Zextên li dijî jinên rojnameger û çapemeniya azad    Rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha hezîranê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) zextên li dijî jinên rojnameger û çapemeniya azad radixîne pêş çavan. Di raporê de binpêkirin bi awayekî hûrgulî hatiye destgirtin, bi taybet jî di raporê de zextên sîstematîk ên li dijî jinên rojnameger derketiye pêş.    Zextên îktidarê yên li dijî çapemeniya azad    Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê demeke dirêj e di bin zextên curbecur de ye. Îktidar ji bo rojnamegeriya rexneyî bêdeng bike serî li rêbazên cuda dide. Di meha hezîranê de êrişên fîzîkî yên li dijî rojnamegeran û binçavkirinan bal kişandin. Di meha hezîranê de jî şopandina nûçeyan a rojnamegeran hat astengkirin, bi êrişê rû bi rû man. Bi taybet di çalakiyên şermezarkirinê de bi mudaxaleya polîsan ev binpêkirin bêtir derketin pêş.    Zextên li dijî jinên rojnameger    Jinên rojnameger di heman demê de jî ji ber zayenda xwe hîn zêde bi zext û cihêkariyê rû bi rû dimînin. Em dikarin mînaka rojnameger Esra Solîn Dal bidin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî li ser nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hat ferzkirin. Esra derbarê ferzkirina lêgerîna tazî de gilî kir lê belê ji bo vê serlêdanê biryara neşopandinê hat dayin. Ev mînaka herî berbiçav a polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Di meha hezîranê de 7 jinên rojnameger di girtîgehê de hatin ragirtin. Tim gef li jinên rojnameger tê xwarin, ev yek dibe sedema gefxwarina li ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî.    Bûyerên derketine pêş   Li dijî biryarên tayinkirina qeyûman li Amed û Colemêrgê di dema çalakiyan de polîsan mudaxaleyî rojnamegeran kirin. Tundî li wan hat kirin û hatin astengkirin. Ev yek nîşan dide ku îktidar di nava hewldana bêdengkirina nûçeyên rexneyî û çalakiyên şermezarkirinê de ye. Li dijî tayinkirina qeyûmê li Colemêrgê a di 3'yê Hezîranê de li Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rojnamegerên ku çalakî dişopandin bi tundiya polîsan rû bi rû man. Di meha hezîranê de jî rojnameger hatin cezakirin û darizandina gelek rojnamegeran jî didome.    Herî dawî, ji ber doza ku jê dihatin darizandin nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren û Oznur Deger her wiha Mudura Karê Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegîhanên MA'yê Berivan Altan, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahinli, Zemo Aggoz, rojnameger Deniz Nazlim, Hakan Yalçin, Mehmet Gunhan derketin dadgehê. Rûniştina biryarê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Habibe, Ceylan û Mehmet de bi hinceta "ji sûcên hatin kirin delîl nehatin bidestxistin" biryara beratê da. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrivan, Selman, Diren, Emrullah, Hakan, Oznur, Deniz û Zemo birî. Ev biryar asta biryarên darazê yên gefê li azadiya çapemeniyê dixe, nîşan dide.    Rapora MKG'ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê zextên li hember jinên rojnameger û li hember azadiya çapemeniyê gihaştiye asteke cidî. Hewldanên îktidarê yên ji bo bêdengkirina çapemeniya rexneyî û azad di aliyê mafên mirovan û nirxên demokratîk de gefxwarineke mezin e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û sepanên cihêkar ên li ser jinên rojnameger zirarê dide têkoşîna wekheviya zayendî.    Ji bo azadiya çapemeniyê bê parastin û ji bo her cure zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin divê di aliyê qada neteweyî û navneteweyî de gavên xurt bên avêtin. Avakirina qadeke ji bo rojnameger bi awayekî azad karê xwe lê bikên girîng e. Ev yek ji kevirê bingehîn ê civakeke demokratîk e. Parastina van mafan berpirsiyariya hemû civakê ye. Têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e. Li ser vê yekê ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamegeran bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin.      Lîsteya rojnamegerên girtî:   1. Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê 2. Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş  3. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û xwediya Rojnameya Atilim 4. Ozlem Seyhan - Rojnameger 5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah a Enqereyê 6. Selamet Turan – Rojnameger  7. Ozden Kinik - Xebatkara TRT’ê ya berê "