ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-04 09:00:20     *Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen der barê pêkanîna tundî û îşkenceya zêde bûye de axivî û da zanîn ku bi rêya bêcezahiştinê tundî her diçe zêde dibe û çareserî jî rêxistinbûyin û piştevanî ye. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Çagla Leyla Kaya got ‘Îdareyên girtîgehên saziyên biçûk ên dewletê ne’ û îşkenceya îradeyên girtîgehan a li girtiyan nirxand û got: “Li her qawişê pêkanînên cuda hene. Demên dawî de rêbaza bi kamerayê lêgerîna dev zêde bûye. Em ê her tim li dijî van binpêkirinên maf bin.” DÎMEN HEYE   * Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, derbarê tecrîda girankirî ya ku 40 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin de axivî û got: "Agahî negirtin tê wateya israrkirina çaresernekirina pirsgirêka kurd e." BI DÎMEN    * Meşa Rêzgirtina li Îradeyê ya 6 rojan ya ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin. Meşvanan di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hember pergala hevserokatiyê û gotin dê bi têkoşîneke rêxistînî bersivê bidin zîhniyeta serdest a mêr. BI DÎMEN