Ji 34 saziyan li dijî êrîşên nîjadperest protesto 2024-07-03 22:09:10   STENBOL- 34 saziyên li Qada Şîşhaneyê hatin gel hev, ji bo êrîşên li hember penaberan veneguherin komkujiyê, bang li rayedaran kirin ku demildest tedbîr bên girtin û pêvajoya cezakirina êrîşkaran bê destpêkirin.   Bi banga Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê li Qada Şîşhaneyê 34 saziyê demokratîk, pîşeyî û kedê hatin gel hev û êrîşên nîjadperest yên li hember panaberên Sûriyeyê yên li Kayseriyê protesto kirin.   Daxuyaniya hevpar ji aliyê seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat kirin. Gulserenê bûyera ku mêrekî Sûriyeyî destdirêjî li zarokekê kiribû bibîr xist û got li ser vê nûçeyê komekê êrîşê taxên ku Sûriyeyî lê dijîn  kirine. Gulserenê wiha dirêjî dayê: “Vê komê êrîşê mal û wesayîtan kiriye. Ji bûyera îstîsmarê wêdetir bûyer gihiştiye asteke ku ewlehiya canê penaberan tehdîd dike. Duh li Antalyayê pêşiya Ahmet Hansan El Naîf hatiye girtin û hatiye qeitklirin. Piştî Kayseriyê li Konya, Antalya, Hatay, Dîlok, Antalya Û Stnebolê bûyeran destpê kiriye. Van bûyeran gel anîne hember hev.”   Gulserenê her wiha daxuyakirin ku bûyer her diçin mezin dibin û wiha pê de çû: “Em dixwazin ev êrîşên nefretê bên sekinandin û mekanîzmaneyên edeletê pêk bên. Em ê piştevaniya xwe bi penaberan re bidomînin. Ji bo êrîşên li hember penaberan veneguherin komkujiyê,em  bang li rayedaran dikin ku demildest tedbîr bên girtin û pêvajoya cezakirina êrîşkaran bê destpêkirin.”