Li Îzmîrê şewata daristanan: 2 gund hatin valakirin 2024-07-03 21:26:48   ÎZMÎR - Li navçeya Bornova ya Îzmîrê li qada daristanê şewat derket û demek kurt de li her derê belav bû û berbi Manîsayê ve pêş de çû. Ji ber şewata zêde bû du 2 hatin valakirin.   Li navçeya Bornova ya Îzmîrê li taxa Beşyol di saetên sibehê de şewata darastanê dest pê kir û demek kurt de li her derê belav bû. 6 balafir û 3 helîkopterê ji hewa û bejahî ve mudaxaleyê şewatÊ hat kirin û ji ber dumana zêde  Tunelên Sabuncubelî ji trafîkê re hat girtin. Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban ku çû herêmê got: “Şewat ji aliyê gundê Beşyol û rê ve xwe gîhandiye gundê Sarniçkoyu. Li gundê Beşyol 3 li Sarniç jî 4 malên me xesar dîtin.  Cendermeyan hemû malên gund tahliye kirine.   Şaredarê Bornovayê Omer Ekşî jî daxuyakirin ku şewat berbi Manîsayê ve pêş dikeve.