Jina li Dihokê hatibû şewitandin jiyana xwe ji dest da 2024-06-30 12:20:55       NAVENDA NÛÇEYAN -Di rojên borî de li Dihokê jinek ji aliyê birayê xwe ve hatibû îşkencekirin û şewitandin. Jina ku bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê, piştî çar rojan jiyana xwe ji dest da.   Roja 26’ê Hezîranê li taxa Malta ya Dihokê jina bi navê Kofan Nurî Tahir (35) ya ku dayîka sê zarokan bû, di mala xwe de ji aliyê birayê xwe ve hat îşkencekirin û şewitandin. Kofan Nurî ku ji sedî 80’yê bedana wê şewitî bû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Hêjayî bibîrxistinê ye di destpêka meha Hezîranê de bûyerek bi heman rengî  li Silêmaniyê jî rû dabû. Jinek ciwan bi navê Avan Ceza (17) ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin û piştre Avan Ceza ya ku du canî bû, jiyana xwe ji dest dabû.   Ji destpêka salê ve li bajar û navçeyên cûda yên Herêma Kurdistanê 30 bûyerên kuştin, neçarkirina xwekuştinê yan jî mirinên bi guman ên jinan rû dane.