Vegera ji bo Şengalê dewam dike 2024-06-30 11:43:56       NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên ji bo girtina kampên penaberan yên li nav Herêma Kurdistanê de, ji Silêmaniyê 734 koçber vegeriyane Şengal, Selahedîn û Nînovayê.   Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumeta Iraq ya ji bo girtina kampên penaberan yên li Herêma Kurdistanê, ji sînorê Silêmaniyê 734 koçber vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Şengal, Nînova û Selahedînê.   Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo koçberên vegeriyane alîkariya darayî hatiye dayîn, li rexa vê jî kel û pelên nav malê jî bi ser wan hatiye belavkirin.   Hêjayî gotinê ye koçberên ji nav kampên Başûr vedigerin Şengalê, ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve tên pêşwazîkirin û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike. Xelkê vediger, bi pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser kêfxweşe.