Konferansa TekoJIN li Almanyayê dest pê kir 2024-06-29 19:47:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kassel ê Almanyayê "Konferansa TekoJIN a Almanyayê" ku cara yekem tê lidarxistin, bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û bi coşeke mezin dest pê kir.   Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li bajarê Kassel ê Almanyayê cara yekem konferansa xwe li dar xist. Konferans bi beşdariya bi dehan jinên endamên TekoJIN'ê yên li Elmanyayê û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî - Serbixe Azadî" dest pê kir.   Endamên TekoJIN’ê di Hezîrana 2022’yan de li bajarê Frankfurt ê Almanyayê li seranserê Ewropayê kongre li dar xistibûn. Di kongreyê de biryarên girîng hatibûn girtin. Yek ji van biryaran jî ew bû ku di asta welat de xwe birêxistin bikin. Ev yek bi pêşengiya jinên endamên TekoJIN’ê yên Almanyayê bi konferansa ku îro hat lidarxistin, dest pê kir. Jinên ciwan bi coşeke mezin hatin cem hev û salona konferansê bi rengên kes, sor, zer û mor xemilandin.   Li salona konferansê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha standa pirtûkên Abdullah Ocalan, kovara Xwebûn û gelek pirtûkên din hat vekirin. Di standê de tîşort û çenteyên ku bi taybetî ji aliyê endamên TekoJIN’ê ve hatine çêkirin hatin pêşandan.   Jin bi cil û bergên neteweyî beşdarî konferansê bûn.Konferansa ku wê tevahiya rojê dewam bike, bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir.   'Ev sedsala jinê ye’   Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê endama TekoJIN’ê Berjîn Guneş kir. Berjîn Guneş got: "Ji bo me gelek girîng e ku jinên ciwan ji hemû herêmên Elmanyayê beşdarî konferansê bibin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî - Serbixe Azadî' bi awayekî serketî pêş dikeve û ev sedsal sedsala jinan e. Ji ber ku dijmin bi aqil û hêza jinê dizane, her tim êrîşî ser nasnameya jinê dike û hewl dide jinan ji nasnameyan wan dûr bixin. Rêber APO dibêje; 'Eger pêşengtiya jinan nebe em ê ti carî nikaribin rêya rast bi dest bixin. Jin herî zêde nêzîkî azadiyê ne’. Ji ber vê yekê em weke jin divêm rast nêzîkî pêvajoyê bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û em layiqî hevrêtiya gerîlayên azadiyê bibin.”   'Divê em rêber Apo baş fêm bikin’   Berjîn Guneş bal kişand ser lîstikên sîstemê yên li ser jinên ciwan û êrîşa li ser nasnameya jinê û wiha berdewam kir: “Em weke jinên ciwan ên li Elmanyayê ji dayik bûne û mezin bûne, em ji aliyê fîzîkî ve ji axa xwe dûr in. Ji ber vê yekê divê em rast têbikoşin û Rêber Apo baş fêm bikin. Îro di vê pergalê de bi hezaran jin bi tundî û destavêtinê re rû bi rû ne. Ji bo vê jî divê em xwe baş bi rêxistin bikin û bersivê bidin van êrîşan.Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide.Divê em jiyan û xebata xwe nû bikin û rast nêzikî pêvajoyê bibin. Li hemberî berxwedana Rêber Apo kêm dimînin. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Em ne tenê ji hêla fîzîkî, lê di heman demê de ji hêla derûnî ve jî di bin êrîşan de ne”.   ‘Em bi paradîgma serokatiyê xwe rêxistin dikin’   Li ser navê YJKE’yê Êvîn Serhed jî bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan û bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Em weke jinên ciwan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd, di nava berxwedanê de ne. Pergal dixwaze jinan û bi taybet jinên ciwan li gorî daxwazên xwe ava bike.”   Piştî axaftina Êvîn Serhed, peyamên silavkirinê yên DEM-GENÇ, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava û rêxistina femînîst a Kolombiyayê Rodrojayê hatin xwendin.   Ji Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Berîtan Yûsif diyar kir ku tevî ku li Ewropayê 24 saetan di bin êrîşan de ne jî kombûna jinên ciwan, xwe birêxistinkirin û lidarxistina konferansê gelekî girîng e. Berîtan Yûsif got, “Li Almanyaya ku yek ji dewletên Ewropayê ku di komploya li dijî Rêber Apo de cih girtiye, konferanseke bi fikir û felsefeya Rêber Apo tê lidarxistin, ji bo dijmin darbeyeke mezin e. Di pêvajoyeke wiha de pir girîng e ku jinên ciwan di dilê dijmin de xwe bi paradîgmaya Rêber Apo bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Çawa ku jinên li Rojava xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cih girtin û Şoreşa Jinê derxist pêş, divê jinên ciwan ên li Ewropayê jî mezin bibin û rêxistinbûna xwe li her derê belav bikin."   Endama DEM-GENÇ û rêxistineke femînîst a Kolombiyayê Rodroja bal kişandin ser rol û mîsyona jinên ciwan û girîngiya kombûna jinan.   Piştî axaftinên silavkirinê sînevîzyona li ser pêvajoya siyasî hate pêşandan. Di konferansê de li ser “civaknasiya jinê” û pêvajoya siyasî axaftin hatin kirin.