ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-27 09:00:00     *Di 29’ê Hezîranê de li dijî qeyûman wê li Qada Kartalê mîtîng pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê bang kirin û diyar kirin ku bi yekitiya hêzê re dikare dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn û banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Pero Demîr ku sê biraziyên wê di şeatê de mirin û du heb bi destê xwe bir wesayîtê wiha got: “Em di nav agir de dişewitîn cenderme hatine îfade girtine çûne. Îfadeya çi digirin? Cenderme riya gund girtibû rê nedida me.” DÎMEN HEYE   *Piştî hilbijartinên PE’ê partiyê faşîst yên rastgirt bilind bûn. Berpirsa Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç, diyar kir ku ev ne surprîze û got: “Têkoşîna azadiya Kurd xwedî paradîgma Rêber Apo ye. Li Ewropayê çareserî bi Kurdan re ye. Deriyê Ewropayê hatiye girtin mifte bi Kurdan re ye.” BI DÎMEN   * Bajarê Anî yê dîrokî ku li navçeya Zaroşad a Qersê ye, ji aliyê turîstan ve eleqeyek mezin dibîne. Bajarê li girekî hatiye avakirin, dîmenên wê bandorek mezin li ser mirovan dike. BI DÎMEN    * Ekolojîst Leyla Çîte, bal kişand ser lêkolînên ku piştî şewata li Amed û Mêrdînê derketiye şûnde hatiye kirin û got: “Di qeza, erdhej, karasetên tên jiyîn dewlet alîkariyê nade me. Ji ber vê divê tora hêza civakî bê avakirin.” DÎMEN HEYE