Di komxebata ÎHD'ê de bal kişandin ser mobîngê 2024-06-26 15:04:58     WAN - Komxebata bi mijara "Zayenda Civakî û Mobîng" a ku ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.    Komxebata ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê ve hat lidarxistin di roja duyemîn a komxebata bi sernavê "Zayenda Civakî û Mobbîng" de "Mobbîng" hat nîqaşkirin. Perwerdekar Handan Coşkun di derbarê mijarê de diyar kir ku mobîng li her aliyê jiyana mirovan belav dibe û dibe sedema pirsgirêkên cidî.    'Dibe ku xwekuştinên ji ber mobbingê berdewam bikin'   Handan, anî ziman ku mobbîng li ser kar bandorê li her aliyê jiyana mirovan dike û mobîng carinan dibe sedema întîxarê jî. Handan diyar kir ku komên pîşeyî yên herî zêde xwe dikujin leşker û bijîşk in. Handan anî ziman ku kes ji ber ku nikare li cihê kar li ber mobîngê bisekine xwe întihar dikin. Handan got, "Wê dewam bike, ji ber ku yên li wî cihî di kar de dixebitin û bi heman mobîngê rû bi rû dimînin, întîxarê weke çare dibînin."   Komxebat piştî axaftina Handanê bi dawî bû.