Ev 4 roj in tu xeber ji Fatma Nûr nayê girtin 2024-06-26 13:13:40     WAN - Ji zaroka Fatma Nur Afşîn a roja yekşemê li Artemêtanê hat windakirin 4 roj in tu agahî nayê girtin.   Ji Fatma Nur Afşîna 15 salî ya ji 23'yê Hezîranê roja yekşemê ve li navçeya Artemêtê ya Wanê winda ye, hîn ti agahî nayê girtin. Hat ragihandin ku Fatmayê roja yekşemê saet di 03.00'an de birayê xwe biriye parkê û piştre dîsa daniye malê û careke din derketiye, herî dawî bi jinekê re hatiye dîtin, lê piştî vê yekê tu xeber jê nehatiye girtin.