Hevdîtinên jinan ên li Sûrê dewam dikin 2024-06-26 11:08:32   AMED - Hevşaredar Fatma Gulan Onkol ku li gelek taxên navçeya Sûrê bi jinan re hat cem hev, vê hefteyê li Taxa Abdaldede bi jinan re hat cem hev.   Şaredariya Sûrê ya Amedê hevdîtinên xwe yên gel ên gelek caran guh dide pirsgirêkên welatiyan dewam dike. Bi van hevdîtinan re li daxwazên gel jî tê guhdarkirin. Şaredariya Sûrê ku vê hefteyê civînên xwe bi gel re li dar xist, li Taxa Abdaldede bi jinan re hat cem hev. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol di civîna li hewşa maleke taxê de li pirsgirêkên jinan û daxwazên wan ên têkildarî pêdiviyên taxê guhdarî kir. Di şert û mercên krîza aborî de jinan diyar kirin ku ew dixwazin di nava aboriya alternatîf û taxên ewletir de bijîn û xwestin qadên civakî ji wan re bên vekirin û bazara taxan bê avakirin.   'Em dixwazin bi we re tevbigerin û xizmetê bikin'   Gulan a guh da daxwazên jinan wiha got: “Em dixwazin li hemû taxên Sûrê bigerin û bi jinan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin guh bidin jinan ka ew çi dixwazin, daxwazên wan çi ne û çi xizmetê ji şaredariya me hêvî dikin. Hûn in yên ku herî zêde taxên xwe nas dikin û em dixwazin bi agahiyên ku ji we distînin tevbigerin û xizmetê bikin."