Ji Meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya şewatê 2024-06-23 22:02:12     AMED - Meteorolojiyê 6 bajar li dijî şewatên pirezeyan û daristanan hişyar kirin.    15’emîn Herêma Midûriyeta Meteorolojiyê ya Amedê bi qoda lezgîn daxuyaniyek weşand û da zanîn ku şertên hewayê dê nebaş bin û li dijî şewata daristanan û pirezeyan hişyar kir ku tedbîr bên girtin.   Meteorolojiyê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê hişyarî kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heke germahiya hewayê bi ser 35 dereceyê bikeve û leza bayê ya zêde bi ser di saetê de 40 kîlometreyan bikeve ji ber şertên meteorolojîk rîska şewata daristanan û pirezeyan dê zêde bibe.”