Ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dan edalet 2024-06-23 13:50:04       ENQERE - Mexdûra erdhejê Done Kaya di nobeta bi daxwaza “Darizandina adilane” de bal kişand ser şewata li Amed û Mêrdînê û ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dan daxwaza edaletê kir.    Di erdhejên 6’ê sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê de Done Kaya li navçeya Antakya ya Hatayê ji malbata xwe 4 kes winda kiribû.Done, bi daxwaza “Darizandina adilane”, li Parka Kugulu ya Enqereyê dest bi nobetê kiribû. Çalakî di hefteya 8’an de didome. Done, bi bîr xist ku di ser erdhejê re 500 roj derbas bûye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, encamên giran û biêş ên xemsarî û terkexemiya bi sala ye dike, di demên dawî de dijî. 17 berê erdhej çêbû û îro jî şewatên li Amed û Mêrdînê dijî. Me îro jî 15 welatî ji ber sersarî, bertîl û hwd. winda kirin.”    Done, got ku ew ji bo kesên di erdhej û şewatê de jiyana xwe ji dest dane edaletê dixwaze.