EMO: Tevdirên pêwist nehatine girtin 2024-06-23 13:01:09       AMED - EMO'ya  Amedê diyar kir ku li deverên xetên ceyranê derbas dibin tu tevdîrên pêwist nehatine girtin.    Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê encamên lêkolîna xwe ya têkildarî şewata li navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê eşkere kir. Di lêkolînê de tespîtên balkêş hatin kirin.    Tespîtên di lêkolînê de wiha ne:    “* Hat dîtin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû û ne pirêze bû.    * Li gelek noqteyan di xetên ragihandinê de pêvek hatine tespîtkirin.    * Hat tespîtkirin ku sîgortayên OG yên stûnan li şûna xwe nebûn, li cihê wan bi rêya gihîneran hatine baypasskirin û ji ber ku cihên girêdayî sist bûn, dibe ku rê li ber arizeyê vekiribe.    * Di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hene û dibe ku vê rê li ber arizeyê vekiribe. Ev daneyeke teknîkî ye.    * Di xetên OG’ê de li qadên çandiniyê stûnên dadran hatin dîtin. Ev stûnên daran guncav nînin.    * Li deverên xetên ceyranê derbas dibin li dijî şewatên îxtîmalî tu tevdîr nehatine girtin. Li bin stûnan giha heye û beton tune ye, gihayê li binê stûnan nehatine dûrin.    * Hat tespîtkirin ku dibe ku gihayê li bin xetên OG’ê rê li ber şewatê vekiribe.    * Hat tespîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û ev yek ji hêla teknîkî ve guncav nîne.   * Şebeke nehatine kontrolkirin û tamîrkirin û xizmeta teknîkî nehatiye kirin.    * Parafudr tune bû û rê li ber çêbûna arkê vedike. Divê di ser û binên xetan de û di ketina trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn."