Hevşaredara Şemrexê: Herroj Trafo diteqin 2024-06-23 11:30:32     Oznûr Deger   MÊRDÎN – Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk der barê şewata li Şemrexê de axivî û diyar kir ku divê demildest herêm weke herêma felaketê bê îlankirin û got, “Her çiqas kabloyên ceryan kevin bin jî nayên guhertin. Trafo her roj diteqin. Ev ne şewata yekem bû û ger wiha berdewam bike dê ne ya dawî be jî."   Di şewata 20’ê Hezîranê de li taxa Kelekê ya navçeya Şemrex  ya Mêrdînê û taxên Tobînî û Herberê yên navçeya Çinarê ya Amedê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku bi helîkopterê mudaxele nehat kirin şewat di demeke kin de li qadeke berfireh belav bû û hat diyarkirin ku ji ber  cendirmeyan rêya gundan girtibûn ambulans piştî bi saetan çûne gundan.   Ligel bertekên gundiyan ên li dijî zincîra xemsariya dewletê, Şaredara Şemrexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kudret Uçuk tişta qewimî vegot.   'Gundiyan gotin ku mudaxele nehatiye kirin'   Kudret, diyar kir ku êvarê saet di 22.00'an de bi Qeymeqamtiya Şemrex û Walîtiya Mêrdînê re têkilî danîne û ji wan re hatiye gotin ku wan hemû îmkan kirine dewrê.  Lê belê Kudret destnîşan kir ku tevî îfadeyên wan jî tu mudaxele nehatiye kirin û wiha got: “Gundiyan gazî me kirin û gotin ku mudaxele nehatiye kirin. Hemû şaredariyên me bi derfetên xwe agir vemirandin. Weke ku gotin bi ti awayî alîkariya me nekirin. 10 welatiyên me yên gundê Kelekê jiyana xwe ji dest dan. Lê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi awayekî rast nehatiye eşkerekirin.”   'Ger midaxele bikira wê ewqas mirov jiyana xwe ji dest nedana'   Kudretê anî ziman ku rayedaran jê re gotine ku wan şewat vemirandiye û wiha got: “Lê belê dijberî gotina şaredaran agir gav bi gav zêde dibû. Tu destwerdana wan nebû. Dema me gazî helîkopterê kir, gotin ji ber 'dîtina şevê nîne' nikarin derxin. Lê eger bixwesta dikaribûn derxista.Tu mudaxele nekirin. Careke din me dît ku gelê Kurd di vê mijarê de jî bi tenê maye. Careke din dijminatiya xwe ya li hemberî me nîşan dan. Ger midaxele bikira dê ewqas mirov jiyana xwe ji dest nedana.   Bal kişand ser xemsariya DEDAŞ'ê   Kudretê diyar kir ku rêya gund jî ji aliyê cendirmeyan ve hatiye girtin, bal kişand ser xemsariya DEDAŞ'ê. Kudretê, anî ziman ku li her gund û bajarekî bi DEDAŞ’ê re pirsgirêk hene û got, “Xetên nû yên ceryan nadin. Kabloyên elektrîkê her çiqas kevin bin jî nayên nûkirin. Trafo her roj diteqin. Ev ne agirê yekem bû û ger wiha berdewam bike dê ne ya dawî be jî. Di vê mijarê de divê destwerdanek bê kirin. Divê êdî çareserî ji vê şewatê re bê dîtin. Pêwîste tedbîrên pêwîst bên girtin da ku şewat bi dawî bibe û welatiyên me jiyana xwe ji dest nedin."   'Divê demildest herêm weke herêma felaketê bê îlankirin'   Kudretê bi bîr xist ku helîkoptera ku bi şev ji bo vemirandina agir nehat, di saetên serê sibê de piştî agir hat vemirandin hat û wiha got: “Hewl didin feraseta ku ji bo vemirandina agir hatine ava bikin. Bi helîkopteran dîmenên ku kî hatiye gund girtin. Êşa gel nedîtin û tiştên din fikirîn. Li vir tişta herî lezgîn ku divê bê kirin ew ku herêm wekî herêma felaketê bê îlankirin. Ji bo psîkolojiya jin û zarokan divê piştgiriya pêwîst bê kirin."