Rêbaza Norveçê ya astengkirina îşkenceyê alîkariya malî ye! 2024-06-23 09:05:51       Melek Avci   ENQERE - Li ser pirsa yek ji koordînatorên welatên Skandînavyayê yên kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye  destpêkirin Beht Hartmann a ji Wezareta Karên Derve ya Norwêcê ku der barê Îmraliyê de kir, Wezîr Espen Barth Eîde  tenê got: "Em dişopînin" û der barê pergala îşkenceyê de got, " Norweç li Tirkiyeyê ji bo saziyên ku xebatên astengkirina îşkenceyê, piştî wê rebabîlîtekirinê û ji bo başkirina şert û mercên girtiyan  dikin piştgiriya malî dike."   Yek ji koordînatora Skandînavyayê ya kampanyaya "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de li Ewropayê hat destpêkirin, Beth Hartmann diyar kir ku  wan hefteya borî ji Norwêcê pirsa helwesta wan a der barê tecrîda girankirî û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê de, li dijî Tirkiyeyê ji Wzîrê Norwêcê yê Karên derve Espen Barth Eîde kiriye.     Beth got, "Em niha bi Partiya Sor re dixebitin û herî dawî ji Wezîrê Karên Derve  me pirs kir ku  ji bo Tirkiye ji mafên girtiyên siyasî yên li Îmraliyê re rêz bigire wê çi bike. Hê tu bersiv nehatiye, lê tê çaverêkirin ku di nav vê hefteyê de bersivek bê."   'Mafên mirovan di rojevê de ye'   Têkildarî pirsa ku hat kirin, Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide bersivek nivîskî da û tenê got "Em dişopînin. Norwêc ji nêz ve rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê dişopîne û di nav de gelek dozên takekesî hene. Gelek ji van dozan ên kesên di girtîgehê de ne. Norwêc van mijaran bi rayedarên Tirk re û rasterast bi rayedarên Tirk re di forumên cuda de ku di nav de Konseya Ewropayê û Konseya Mafên Mirovan a Cenevreyê jî hene tîne ziman."    'CPT bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye'   Herwiha Wezîr diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di rojevê de ye, behsa berpirsyariya CPT'ê nekir û diyar kir ku CPT hevdîtinan bi Tirkiyeyê re dike. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi rayedarên Tirk re bi rêkûpêk di nava têkiliyê de ye û di nava mijarên din de rewşa Ocalan jî di rojeva xwe de cih didiyê. Norwêc piştgirîya malî dide rêxistinên ku ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê û paşê rehabîlîtasyon û başkirina şert û mercên girtîyên girtîgehê li Tirkîyê dixebitin."