Kongra Star têkildarî şewata li Amed û Mêrdînê daxuyaniyek da 2024-06-22 16:16:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a Helebê têkildarî şewata li Amed û Mêrdînê de daxuyaniyek da û derengmayîna mudaxaleyê hat şermezarkirin.     Rêxistina Kongra Star a Helebê têkildarî şewata li Amed û Mêrdînê ku di encamê de 14 kesan jiyana we ji dest daye, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber naveda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûdê bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endamên Kongra Star Nesrîn Recep û Şîlan Xelîl ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û durûtiya wê di aliyê xizmet û rewşa awarte de li hemberî herêmên Kurdan em şermezar dikin. Polîtîkayên dewleta dagirker li ser esasê nîjadperestiyê ne. Ji du rojan ve senaryoyên ku guh nade canê Kurdan dûbare kiriye. Heman tişt di dema erdheja par de kiribû. Ev polîtîka sûcekî nîjadperestiyê ye.   Hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê şoreşger û bi derfetên xwe yên kêm hewl dan agir vemirînin, em silav dikin.    Pojeya neteweya demokratîk wek çareseriya herî guncaw a ji bo mîsogerkirina siberojeke ewle ji bo Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî yê li Bakur hat destnîşankirin.   Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li kesên ji ber vê felaketê zerar dîtine, derkevin."