Jinek û zarokê wê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan 2024-06-18 10:18:30       EDENE - Di şewata li daîreyeke li navçeya Sariçamê derket de dayik û zarokê wê jiyana xwe ji dest dan. Sedemê derketina şewatê tê lêkolînkirin.    Li daîreyeke qata duyemîn a apartmaneke li Taxa Sûlûca ya li navçeya Sariçam a Edeneyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Di şewatê de Meryem El Makrûm (27) û zarokê wê yê 1 salî Mehmet Emîn Bariş jiyana xwe ji dest dan. Di şewatê de mêrê bi mehra olî bi Meryem re zewicandîbû C.B. jî birîndar bû.    Di şewata ku saet dora 02.30’an derket de C.B. û Meryem El Makrûm a Fasî bi mehra olî bi C.B re zewicandîbû û zarokê wê Mehmet Emîn Bariş asê man. Li ser îxbara cîranên wan tîmên polîsan û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku Meryem El Makrûm û Mehmet Emîn Bariş ên bi xebata tîman hatin derxistin jiyana xwe ji dest dane.    C.B. yê birîndar bûyî jî bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Bajêr a Edeneyê. Piştî xebatên lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê dayik û kurê wê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.    Ji bo ku sedemê derketina şewatê bê diyarkirin xebat hatin destpêkirin.