ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-18 09:00:00     *Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hisên têkildarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê wiha got:"Ya girîng yek jê ew bû ku em li wir êş û pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş bikin. Wek ciwanên Rojhilata Navîn çareserkirina bi hev re ya pirsgirêkan girîng e. Li konferansê li ser gelek xalên girîng nîqaş hatin kirin. Li ser dewletên hegemon ên dixwazin ciwanan bikin armanc hat axaftin. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê dîrokî bû." DÎMEN HEYE    *Nûnera kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin ya Îtalyan Anna Bruna Camposampîero wiha got: “Birêz Ocalan bû hedef. Ji ber dengê wî li derveyê Tirkiyeyê jî tê bihîstin.”   *Di navbera 2016 û 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyên ku Kurdan qezenc kriye û di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de gelê Kurd careke din şaredarî bi dest xistin. Piştî qezenckirina şaredariyan polîtîkayên qirêj ên qeyûman meşandine û bi mîlyonan deynê wan derketin holê.   *Berdevka SKM’ê Leyla Can, kuştinên jinan ên zêde bûne û polîtîkayên desthilatdariyê yên wekî ‘jina makul’ û ‘xurtkirina malbatê’ nirxand û got divê li dijî vê jin têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin. DÎMEN HEYE