Li dijî xespkirina îradeyê çalakî didomin 2024-06-17 23:11:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de Denîz Poyraz hate bîranîn.   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê tên lidarxistin berdewam dikin. Îro jî çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê dom kir. Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz bi kesên tev li nobetê bûne re cejnê pîroz kirin. Tevî Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm li dijî îradeya gel xesp e. Darbeya li demokrasiyê hatiye xistin e” hate vekirin.   ‘Em kujeran nas dikin’   Denîz Poyraz a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de, di 17’ê hezîrana 2021’an de encama êrişa çekdarî hatiye kuştin, di 3’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bîranîn. Dovîzên wêneyên Denîz Poyrazê li ser û nivîsa “Rêheval Denîz nemir e” lê hatine nivîsîn, hatin hilgirtin û gelek caran diruşmên “Jin, jiyan azadî” û “Denîz Poyraz nemir e.” hatin berzkirin.   Hevseroka DEM Partiya Mêrsînê Bedriye Kûş da zanîn ku faîlê Poyrazê di heman demê de desthilat bi xwe ye û wiha got: “Em kujeran nas dikin, hesabê dipirsin.”