Tulay Hatîmogûlari: Divê têgihiştina şaredarvaniyê derbasî jiyanê bikin 2024-06-17 20:32:59   SÊRT/ MÊRDÎN -Serdanên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yên bi wesîleya Cejna Qurbanê dewam dikin. Di serdanan de bal kişandin ser pêkanîna têgihiştina şaredariyê.   Serdanên şaredariyê yên Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî yên bi wesîleya Cejna Qurbasê ji du milan ve dewam dike. Bakirhan li Sêrtê, Tulay Hatimogûllari jî li Mêrdînê serdana şaredariyan kir.   Tuncer Bakirhan û kesên pê re pêşî serdana Şaredariya Sêrtê kirin. Tuncer di serdanê de axivî û diyar kir ku Sêrt di 31’ê Adarê de bersiveke mezin daye “pergala xespê’ û wiha got: “Ger em bi hevre bixebitin, yekîtiya xwe xurt bikin kes nikare dest bide vîna me. Em ê bi hev re Tirkiyeyê bikin welatî hin demokratîktir. Em ê têgihiştina xespê ji vir bişînin.”   Çûn serdana şaredariya Misircê   Tuncer Bakirhan û kesên pê re paşê serdana Şaredariya Misircê kirin. Tuncer Bakirhan ku ji aliyê Hevserokên Misircê Sadiye Aktin û Mehmet Alî Riza ve hat pêşwazîkirin, cejna hemû kesê pîroz kir û got: “Em ê di cejnên baştir, rojên azad û xweştir de bijîn. Ev rojên tarî wê derbas bibin. Sêrt jixwe bajarekî têkoşer e. Di 31’ê Adarê de bersiveke xweş da van rojên tarî. Em ê bi vê helwesta xwe ya bi biryar di rojên xweş de cejnên xweş bibînin.”   Tuncer Bakirhan û kesên pê re ku derbasî Şaredariya Serdanê bûn, ji aliyê Hevşaredar Berfîn Evren û Enes Cengîz ve hatin pêşwazîkirin. Tuncer Bakirhan gel silav kir û xwest cejn bibe wesîleya demokrasiyê. Bakirhan destnîşan kir ku Bajaroka Serdanê ji bo alema Îslamê navendeke girîng e û wiha got: “Gelê me li Colemêrgê li ber xwe dide. Ji rastgir heta çep hemû partî û rêxistinên civaka sivîl ji qeyûmê re gotin na. Ev pir girîng e. Divê em xebateke ku ji aliyekî ve xizmetê bike, ji aliyekî ve bertekên raya giştî ya li hemberî pêkanînên antî- demokratîk eşkere bike, bimeşînin.”   Tuncer Bakirhan û kesên pê re serdana Tirba Veysel Karanî kirin û paşê serdana esnafan kirin û cejna gel pîroz kirin. Şandeya ku ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît, bernameya cejnê ya Sêrtê bi dawî kir.   Tulay Hatîmogullari li Mêrdînê ye   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û kesên pê re, serdana şaredariyên Mêrdînê kirin. Tulay Hatimogullari ewil çû Şaredariya Şemrexê. Tulay û kesên pê re cejna Hevşaredar Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr pîroz kirin ku wan pêşwazî kirin.   Tulayê bal kişand ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û wiha got: “Me dît ku siyaseta qeyûmê çi dide windakirin. Tişta dikeve ser milê me ew e ku ji bo siyaseta qeyûmê vala derxin her curê têkoşînê bixin pratîkê.”   Tulayê anî ziman ku divê xebatên li ser xizmeta gel ewil bêne kirin û wiha axivî: “Em ne mercê giliyê, mercê çareseriyê ne. Divê têgihiştina şaredarivaniyê bêyî derengî bixin derbasî jiyane bikin. Di vê wateyê de li her derê civînên gel lidarbixin û di dema civînan de bêyî ku tu aliyan cuda bikin hemû kesê beşdarî civînê bikin.”   Tulayê û kesên pê re piştre serdana şaredariyên Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Artukluyê kirin.