Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman berxwedan' derket 2024-06-10 09:06:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 234’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî înkar û qeyûman Berxwedan" derket.    Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bêtir cih da polîtîkayên qeyûm û neqebûlkirina vîna kurdan. Rojnameyê di manşetê de destnîşan kir ku Gelê Kurd li dijî tayinkirina qeyûm û desteserkirina vîna xwe li qadan çalakiyan li dar dixin. Rojnameyê bal kişand ser berxwedana gelê Colemêrgê û çalakiyên wê yên li kolanan.    Rojnameyê di rûpela jin de cih da analîza Ayşe Gokkan a li ser zimanê nivîskî û hişmendiya baviksalarî. Rojnameyê cih da quncikê Nalîn Aslan a bi sernavê “Jin; Têkoşîna hebûn û pêşerojeke li ser wekheviyê” û bal kişand ser têkoşîna jinan a di dîrokê de.    Rojnameyê vê hefteyê di hevpeyvînê de cih da pergala hilbijartina li Rojava û li ser mijarê bi Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Mele Brahîm re axivî. Ruken destnîşan kir ku jinan pêşengiya şoreşê kir û dê di hilbijartinan de jî pêşengiyê bikin û hilbijartin dê li cîhanê bibe mînaka vîna hemû pêkhateyan.