Koma Jinan a Femînîst çû serdana şaredariya Êlihê 2024-06-09 18:13:37     ÊLIH –Koma Jinan a Femînîst çû serdana hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk û diyar kirin ku ew ji qeyûman re dibêjin ‘na’.   Endamên Komea Jinên Femînîst ku ji Stenbolê hatin Êlihê, çûn serdana şaredariya DEM Partî ya Êlihê. Hevşaredar Gulîtsan Sonuk, jin pêşwazî kirin û piştî sohbetê li ber şaredariyê daxuyaniyek dan.   Li ser navê koma jinên Femînîst Şeval Durmagît metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “ Gelê Colemêrgê çû ser sindoqan û hevşaredarên xwe hilbijart. Hîna 3 meh jî derbas nebûye. Dewletê ev hez nekimr û îrade xesp kir. Vê jî têr nekir, Êlih jî têde 26 şaredarî bi xespkirinê tehdîd dike. Hevserokatî tê krîmînalîekirin. Em bi hev re ji qeyûman re dibêjin na.   Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi dawî bû.