TekoJIN li Kasselê konferansê lidar dixe 2024-06-06 08:26:28     NAVENDA NÛÇEYAN  - TekoJIN wê li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî, ser bixe azadî' konferansa jinê lidar bixe.   TekoJIN Elmanya ji bo konferansa xwe ya yekemîn a li Elmanyayê banga tevlîbûnê li jinan kir.   Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo konferansa ku 29'ê Hezîranê li bajarê Kassel ê Elmanyayê lidar bixe, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke TekoJIN Elmanya em banga tevlîbûnê li we dikin ku beşdarî konferansa me ya yekemîn a li Elmanyayê bibin. Weke jinên ciwan ên li derveyî welatê xwe dimînin, em li êrişên modernîteya kapîtalîst rast tên. Xwedî jiyaneke ji rêzê ya ji kar, dibistan an jî zanîngehê ne. Sîstema zayendîperest û kapîtalîst careke din êrişî nasnameya me ya jin a ciwan dike, hewl dide me ji Xwebûna xwe dûr bixîne û em ji vê re dibêjin êdî bes e."   'Em bi vî ruhî û berxwedêriyê têkoşînê dewam bikin'   Di daxuyaniyê de işaret bi pêşengiya jin ên ciwan hate kirin û hate gotin, "Wezîfeya me ye ku em civakê biguherînin. Îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bû. Em bi vî ruhî û berxwedêriyê têkoşînê dewam bikin. Vê yekê jî em dikarin bi rêxistiniya xwe, bi xweparastina xwe bi ser bixînin. Ji ber vê yekê jî em bang li hemû jin ên ciwan ên azadîxwaz dikin ku 29'ê Hezîranê tevlî konferansa me ya li Kasselê bibin. Werin em di konferansê de bi hev re nîqaş bikin û di vê pêvajoya dîrokî de bi perspektîfeke xurt bi rola xwe rabin."