Li Stenbolê protestokirina qeyûm 2024-06-05 21:57:14   STENBOL - Rêxistina DEM Partî ya Ataşeşhîr ya Stenbolê tayînkirina qeyûm protesto kir û diyar kir ku wê li dijî qeyûman berxwedana xwe bidomînin. Her wiha banga ‘xwedî li şaredariyan derkevin’ li gel hat kirin.   Rêxistina DEM Partî ya Ataşheîrê li taxa 1 Mayisê tayînkirina qeyûma ji bo şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê protesto kir.   Hevserokê DEM Partî yê Ataşehîrê Mehmet Taha Denîz axivî û da zanîn ku desthilatdarî li dijî gel sûc dike, îradeya gelê Kurd tune dihesibîne. Mehmet bi lêv ki rku desthilatdarî qanûnan tune dihesibîne û girtina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî wek ‘ev kumpas û dagirkirine’ nirxand.   ‘Ya hatiye xepskirin demokrasiye’   Mehmet di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ya hatiye xespkirin demokrasiye û Mehmet Siddik Akiş nûnerê mîlyonane. Mehmet wiha anî ziman: “ ya hatiye xespkirina îradeya gele. Ev kumpas û talane. Ev nenaskirina îradeya gel e. Em waliyê binpêkirinê qebûl nakin.  Em ê destur nedin ku dijminên gel li van qadan bicih bibin. Em ban gli hemû gel dikin kul i dijî vê têbikoşin û xwedî li şaredariyan derkevin.”