Polîsan êrîşê hevserok û parlamenteran kir 2024-06-05 20:44:43   COLEMÊRG – Li Colemêrgê berxwe ddidome û polisan gaz berda koma ku hevserokên giştî yên DEM Partiyê jî têde bûn.    Li ber rêxistina DEM Partî ya Colemêrgê berxwedana parlamenteran a li dijî xespkirina qeyûman didome. Polîsan hewl dan pêşî li parlamenterên ku dixwazin ji avahiya partiyê derkevin bigirin. Piştî nîqaşa hat jiyîn, polîsan gaza îsotê berda koma ku tê de hevserokên giştî yên DEM partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî hebûn. Girseya di avahiyê de bertek nîşanê polîs dan. Ciwanan bi keviran bersiv dan polîsan. Alozî bi vekirina rê bidawî bû.