Piştî qeyûm li Colemêrgê sewqiyata leşkerî 2024-06-05 18:05:51   COLEMÊRG - Piştî xespkirina qeyûman şûnde li Colemêrgê ku gel dest bi berxwedanê kir, sewqiyata leşkerî hat destpêkirin.   Der barê hevşaredarê Colemêrgê  Mehmet Siddik Akiş de vê sibehê di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de doz hatibû vekirin û di dozê de 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Her wiha dadgehê biryara girtina hevşaredar da. Li bajar piştî vê protestoyan dîsa destpê kir.  Li bajar sewqiyata leşkerî jî hat destpêkirin.   Li bajar berxwedan didome.