Li Wanê şermezarkirina qeyûm di pêşengiya jinan de didome 2024-06-05 11:08:01     WAN - Şermezarkirina qeyûm ku li gelek taxên Wanê hat destpêkirin di pêşengiya jinan de didome.   Çalakiyên di pêşengiya rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê di roja 3'emîn de dodomin.  Li Wanê jî çalakiyên şermezarkirinê li gelek taxan di pêşngiya jinan de dewam dikin. Şêniyên Wanê ku li gelek taxan çalakiyên xwe bi vêxistina agir, lîlandin û dirûşman heta deregê şevê bi meşê dewam kirin, îro jî çalakî berdewam e.