Siyasetmedar Leyla Zana diçe Colemêrgê 2024-06-05 11:07:46       COLEMÊRG -  Siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş ê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Bertekên li dijî qeyûm didomin. Tê payîn ku siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bên bajêr.    Leyla û Tûncer ên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Leyla û Tûncer piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr ve bimeşin.