ROJEVA 02'YÊ HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-02 09:00:00     * Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, li ser navê Gulistan Doku bi dirûşmeya ‘ciwan li dijî şerê taybet li qadan e’ turnuvaya futbolê dan destpêkirin û li gelek bajaran didome. Li Rihayê turnuva di 10’ê Hezîranê de destpê dike. Endama Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu got: “Di esasê de armancame ya sereke bi tevlibûna jinan a turnuvayê, zîhniyeta serdest a di civakê de biguhere.” DÎMEN HEYE   * Santrala Nûkleerê ya Metsamorê ku li sînorê Tirkiye bajarê Îdirê û Ermenistanê de hatiye avakirin, dibe sedema nexweşiyên pençeşêrê û ji ber vê yekê nexweşî demên dawiyê de gelek zêde bûye. Welatiyên gundê Muşrîtalî, xwestin ku ev santral demildest bê girtin. BI DÎMEN     * Endama Piştevaniya Mor Lale Peşket derbarê  lêgerîna tazî ya li ser girtiyên jin û bi zorê şandina koxuşên edlî de axivî û got: “Tu hêz nikare me ji têkoşîna me şûnde bixîne. Em motîvasyona xwe ji têkoşîna jinan ji şoreşa Rojava digirin.” BI DÎMEN    * Welatiyên Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û dan zanîn ku wê êrîşên dewleta tirk li hemberî pêşxistina kar û xebata wan nebe bend û gotin:"Em ê li dijî êrişên dewleta tirk têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE