Li Curnê Reş û Periyê qedexeya hilbijartinê dest pê kir 2024-06-01 18:56:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 7 navçe û bajarokên ku YSK’ê hilbijartinên 31’ê Adarê betal kiribû, sibê wê hilbijartin bên nûkirin.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) piştî Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê  li ser biryara ku dabû wê li 7 navçe û bajarokî hilbijartin sibê bên nûkirin.   Li Curnê Reş ya Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê, Guzelyurt a Aksarayê û Gunekaya ya girêdayê navçeya Yildizelî ya Sêwasê,  Buyukkariştiran ya navçeya Luleburgaz a Kayseriyê, bajaroka Perî ya Dêrsîmê û bajaroka Saglik a Aksarayê wê gel biçe ser sindoqan.   Hilbijêr wê navbera 08.00 û 17.00’an de dengên xwe bikar bîne.  Qedexeya weşanê wê heta 21.00’ê bidome. YSK dikare vê pêvajoyê bikşîne pêş.