ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên girtiyan aşkera kir 2024-06-01 16:21:25     ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên girtiyan a sala 2023’yan aşkera kir û hat diyarkirin ku di nava salekî de herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan pêk hatiye.   Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirina mafan a girtîgehan ya sala 2023’yan bi daxuyaniya çapemeniyê li otelekî li navçeya Kizilaya Enqereyê de hate parvekirin. Hevsrokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Nûray Çevîrmen rapor xwend û diyar kir ku ew van daneyan di serlêdanên malbat û parêzeran de û di xebatên ÎHD’ê kirine de tespît kirine.    Nûray da zanîn ku di sala 2023’yan de ji 51 bajarên Tirkiyeyê, 6 jê vekirî bi giştî 147 girtîgehan de herî kêm 23 hezar 899 binpêkirinên mafan pêk hatine û wiha got: “Ev binpêkirin tenê bi xebatên bisînor ên ÎHD’ê hatine diyarkirin. Midûrtiya Giştî ya  Girtîgeh û Malên Tewqîfkirinê ya Wezareta Dadê binpêkirinên siyasî, biyanîyan, girtiyên nexweş, girtiyên jiyana xwe ji dest didin, kesên LGBT+, kesên astengdar, zarok û jinan bi raya giştî re parve nake. Di sala 2023’yan de 19 girtîgeh hatin vekirin û di sala 2024’an de plasasaziya vekirina 12 girtîgehên nû tê kirin.”   Nûray bi bîr xist ku di 8 mehan de 78 hezar kes hatin girtin û bi vê yekê hejmara kesên di girtîgehê tên ragirtin ji 2’yê gulanê pê ve derket 329 hezar kesan. Nûray, anî ziman ku ev binpêkirin “derveyî rûmeta mirovahiyê” ne û wiha axivî: “Mixabin girtiyên nexweş tevî ku hatine dema xwe dawiyê jî nayên berdan. Raporên nexweşxaneyan ji hêla Saziya Tipa Edlî (ATK) ve nayên qebûlkirin.”     Nûray anî ziman ku wan têkildarî binpêkirina mafê tenduristiyê 6 hezar 639 binpêkirinên tespît kirine û wiha got: “Ji sala 2018’an ber bi îro ve di girtîgehan de herî kêm 2 hezar 258 kes jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2023’yan de herî kêm 42 kes jiyana xwe ji dest dan. Di 91 girtîgehan de heya 3’yê nîsanê nêzî hezar û 997 kes tev li greva birçîbûnê ya dorveger bûn.    Nûray da zanîn ku herî kêm 17 hezar û 218 binpêkirin di bin navê îşkenceyê de pêk hatine û got ji van 772’yê wan lêdan, gef û heqaret, 175’ê wan lêgerîna tazî, 567’ê wan lêgerîna nava dev, 252’yê wan jimartina bi ser piyan, 240’ê wan astengkirina bikaranîna mafê hewadariyê pêk hatine.     Di berdewama axaftina xwe de Nûray bal kişand ser lêgerîna ode û qawişan, ferzkirina ajantiyê, kamerayan xistina nava qadên jiyanê, serdagirtinê û lêgerînan de destdayîna ser tiştan û gelek binpêkirinên bi vî awayî û anî ziman ku 169 binpêkirinên cihêkariyê jî hatine jiyîn. Nûray da zanîn ku 2 hezar 246 binpêkirinên mafê ragihandinê, 2 hezar 216 mafê xwe gihandina agahiyê hatine xespkirin.    Nûray ser binpêkirinên Lijneya Îdare û Çavdêriyê sekinî û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya rêziknameyê de ev lijne xwe dixin li şûna girtîgehan, derbarê girtiyan de bi nirxandina “xweşhaliyê” dikin, biryar didin bê ka dê girtî ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bi kar bînin an na. Herwiha ev lijne rêgeza ‘nikare biçe berê’ binpê dikin û derbarê gitiyan de cezayên dîsiplînê didin. Ev lijne dixwazin girtî bêjin ku poşman bûne. Ji ber vê yekê sedan girtiyên siyasî ji mafê xwe yê berdana bi kontrol bi kar naînin. Bi ketina meriyetê ya vê rêziknameyê heya dawiya sala 2023’yan herî kêm berdana 426 girtiyan bi navberan diyarkirî hate astengkirin.     Nûray Çevîrmen bi ser tecrîd û sepanên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinî û bi bîr xist ku ev sepan derveyî qanûnên navneteweyî ye. Nûray anî ziman ku ew di 28’ê mijdara 2023’yan de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdanê kirine û got ku lê haya niha Wezareta Dadê tı bersiv nedaye wan.    Nûray bilêv kir ku girtiyên di girtîgehên tîpên Y û S de tên ragirtin di bin tecrîdê de ne û wiha pê de çû: “Girtiyên bi hevalên xwe re wek qelebalix tên ragirtin di van girtîgehan de tenê tên ragirtin. Ji ber di van girtîgehan de hewadarî nîn e, girtiyan ji bo hewadariyê ji bo saetekî dibin cihekî din. Bi vê sepanê tenduristî û derûniya girtiyan xera dibe.”    Nûray Çevirmen diyar kir ku di girtîgehan de herî kêm 13 hezar û 819 girtiyên jin, herî kêm 2 hezar û 983 girtiyên zarok hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê girtiyên jin hatine astengkirin. Girtî têkildarî lêgerîna nava dev serlêdanên binpêkirina mafê tenduristiyê bi saziyên me re kirin. Pirsgirêkên nedana alavên paqijiyê yên kesane, pirsgirêka ava germ û paqij berdewam dikin. Qadên jiyanê yên jinên girtî 24 saetan tê şopandin. Kamerayên hundirîn deriyên serşo û tuwelatan dibînin, kamerayên derveyî jî hundirê cihê razanê û nava tuwelatan dibînin. Ji 21 girtîgehên jinan 203 serlêdan binpêkirina mafan hatine kirin.” Çevîrmen bal kişand ser cihêkarî û muameleyên derveyî mirovahiyê yên li dijî kesên LGBT+.    Nûray ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin daxwazên xwe jî parve kirin û xwest madeyên peymanên Tirkiyeyê jî îmze kiriye werin sepandin.