Serdana ciwanên enternasyonalist a nobeda Amedê 2024-03-23 14:47:05       AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê di roja 110'emîn de bi serdana ciwanên enternasyonalist en rêxistinên sosyalist-çepgir ên Ewropayê û endamên ESP'ê pêk hat.    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê di roja 110'emîn de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Îro ciwanên enternasyonalist en rêxistinên sosyalist-çepgir ên Ewropayê û endamên Partiya Sosyalîst ên Bindestan (ESP) serdana nobedê kirin.    Ciwanan di serdanê de da zanîn ku dê piştevaniya bi çalakvanên nobedê mezin bikin.    Nobed bi gotina stran û berzkirina dirûşmeyan berdewam kir.