Di Nobeda Edaletê ya Wanê de peyama yekitiyê hat dayîn 2024-03-23 13:14:28       WAN - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê de peyama yekitiyê hat dayîn.    Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 107 roj in didome.   Îro gelek kes hatin serdana çalakiyê û peyama yekitiyê hat dayîn. Di nobedê de Musevvet Bayhan axivî û da zanîn ku 3 meh jortir e çalakiya xwe li dar dixin û got: "Em ji bo yekitî, xwişk û biratiyê li vir in. Em ji bo girtiyên ku di greva birçîbûnê de li vir in. Em dixwazin guh bidin daxwazên girtiyan."   Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin  jiyan azadî” hat berzkirin.