Li Frankfûrtê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-23 12:46:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Frankfûrtê Newroz bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi coşek mezin tê pîrozkirin.    Newroza îsal di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bi dirûşmeya “Newroz azadî ye, azadiya te azadiya me ye” tê pîrozkirin.   Federasyona Civakên Kurdistaniyên Elmanya (KON-MED) û federasyonên girêdayî wê, şahiya Newrozê organîze kirin. Ji eyaletên cuda yên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bi wesayîtên taybet, tren û otobusan tên qadê.   Piştî lêgerîna li nuqteyên kontrolê ku li dervey qadê hatiye danîn, gel dikeve qadê. Gel li ber davûl, zûrna û muzîkan govendê digerînin. Bi hezaran kesên ku hatine qadê, li benda saeta destpêkirina bernameya Newrozê ne.   Li aliyê din gel di saetên siharê yên zû de hatin qadê û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em kîne Apoyî ne”, “Zap Metîna Avaşîn Bijî Berxwedana Gerîla” û “Jin Jiyan Azadî” berz dikin.   Pîrozbahî li Rebstockparkê pêk tê. Bi hezaran kesên ji eyaletên cuda yên Elmanyayê herikîn qada Newrozê.   Li qada ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, posterên pakrewanên şehîdên Newrozê jî hatin vekirin.   Li qadê gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" tên berzkirin.   Jin û mêr bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, ciwan jî alên YPG-YPJ’ê û PKK'ê hilgirtin.   Newroz piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir.   Bernameya Newrozê wê bi vî rengî pêk bê:    * Axaftina Hevserokên KON-MED'ê (Rûken Akça-Kerem Gok) * Federasyona KAWA wê gel silav bike * Koma Rojava (Koma Muzîkê) * MAD ART (koma muzîkê) * Daxuyaniya Tevgera JIN * Berfîn Mamedova (Muzîk) * Sînevziyon * Seyda Perînçek (Muzîk) * Axaftina nûnerên dostên Kurdan * Deza Amed (Muzîk) * SPD * FOAD GOLNASAB (Muzîk) * Govend * Koma Çarnewa (Muzîk) * Janin Wisslr (Armand Zorn MDB-SDP-FRAKTION Endama Bundestag) * Lawje (Muzîk) * Riyad ABO (Muzîk) * Lgbo Qamîşlo."