'Bi coşa Newrozê dê azadiyê Abdullah Ocalan misoger bikin' 2024-03-23 09:08:58       Mîdye Miqted    HELEB - Bi deh hezaran welatiyên bajarê Helebê bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin. Jinan di Newrozê de peyama "Newroza îsal dê bikin Newroza serkeftin û azadiyê Abdullah Ocalan' dan.     Piştî ku tav li ser taxên Helebê geş kir di 22`yê Adarê û di bin dirûşmeya cîhanê ji "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" Newroz sala 2024'an li dervera bi navê Şiqeyêfê hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi alên Yekîneyên Parastin Gel (YPG), Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), Kongra Star û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin.    Di şahiyê de bi hezaran welatiyên bajarê Helebê amedebûn. Her wiha helbestvan Ferhadê Merdê bû mêvanê Newroza Helebê. Li wir dengê Abdullah Ocalan hat guhdar kirin. Agirê Newrozê ji aliyê malbetên pakrewanan ve hat pêxistin. Piştî wê li ser navê saziyan, kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û hêzên leşgerî ve axaftin hatin kirin. Her wiha endama Desteya Rêvebir a Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yisûf axivî.    Her wiha di pîrozbahiyê de gelek komên muzîk, govend û şano derketin pêşberî gel.    Jinana di Newrozê de peyama xwe dan û gotin bi ked û têkoşîna xwe Newroza îsal dê bikin Newroza serkeftin û azadiyê Abdullah Ocalan.   Endama Kordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û got: "Ji ber rewşa hawayê biryar hat standin ku Newroz di 21'ê Adarê de neyê pîrozkirin. Lê me îro bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kir. Ji 1'ê Adarê ve amadekariya pîrozbahiya Newrozê dihat kirin."   Nêrgizê, di axaftina xwe de Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û da zanîn ku ew ê bi coşa Newrozê azadiyê Abdullah Ocalan misoger bikin.   Fehîme Mihemed a ku tevlî pîrozbahiyê bû wiha axivî: "Em roja vejîna kurd li tevahî Gelê Kurd û li Abdullah Ocelan pîroz dikin. Em ê êdî bi berdewam kirina têkoşîna xwe 4 parçeyên Kurdistanê bikin yek û azadiya Rêberê xwe misoger bikin."   Aytan Reşo jî da zanîn ku Newroz cejna serkeftin û berxwedanê ye û wiha pê de çû: "Em cejina Newrozê li şervanên azadiya Kurdistan û Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îro Newroz ji bo min xwedî wateyek girîng e Newroz ji bo hemû gelê bindest serkeftin bi xwe ye. Ji ber ku Kawayê Hesinkar ji bo Gelê bindest agirê azadiyê dada ji ber wê jî ev roj ji bo min pir rojek bi wate ye."