4 endamên ESP’ê hatin girtin 2024-03-22 20:14:20   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di sibeha 19’ê Adarê de 3 endamên ESP û endamek OGK’ê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn binçavkirin, hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Îzmîr li 3 bajaran di 19’ê Adarê de bi operasyonê hat meşandin de cigira hevserokatiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ebru Yîgît, endamên PM ESP’ê Bîrkan Polat û Hidir Alî Kiliç û endama Jinên Ciwan (OGK) Sînem Çelekî hatin binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin îro sewqê edliyeyê hatin kirin.  Xebatên 8’ê Adarê û her wiha xebatên hilbijartinê wek sûcdarî hatin dîtin. Dîsa îfadeyên şahidên veşarî hat pirsîn.   4 kes ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.