Dayikên Şemiyê li Galatasarayê pirs kirin: Yusuf Erişti li ku ye ? 2024-03-16 14:21:34         STENBOL - Di çalakiya hefteya 990'î ya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de li aqubeta Yusuf Erişti yê di 14'ê Gulana 1991'ê de li Stenbolê hat windakirin, hat pirsîn. Di çalakiyê de hat gotin:"Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin."   Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê her hefte li Qada Galatasarayê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 990'î ya çalakiya xwe de li aqubeta Yusuf Erişti yê di 14'ê Gulana 1991'ê de li Stenbolê hat windakirin, pirsîn. Endamên ÎHD'ê û gelek parêzvanên mafên mirovan hatin çalakiyê. Çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin.    Têkoşîna 33 sal in dewam dike   Metna çalakiya vê hefteyê xwişka Murat Aslan ê ku di 10'ê Hezîrana 1994'an de hat windakirin, Fatma Aslan xwend. Fatma got:"Dewletek ger sûcên li dijî mirovên di bin parastina wê de ye li gor hiqûqa navneteweyî lêpirsîn neke wê demê ev tê maneya binpêkirina mafên gihaştina edaletê. Em daxwaz dikin ku lêpirsîneke berfireh û bi bandor bê kirin. Lê belê dewlet dewsa vê daxwaza me bîne cih di înkar û bêcezatiyê de israr dike. Îktidar biguhere jî binpêkirina mafê gihaştina edaletê yê xizmên windayan dewam dike. Em di hefteya 990'î de daxwaza gihaştina edaletê ya malbata Eriştî dikin. Ev 33 sal in heqîqet tê binpêkirin."   Serlêdan bê encam man    Fatmayê da zanîn Yusuf Erişti yê li Tokat-Reşadiye ji dayik bûye di serdema 12'ê Îlonê de 2 salan li girtîgehê hatiye girtin û got:"Dema ji girtîgehê derdikeve çend caran dikeve bin çavan û îşkence lê tê kirin. Yusuf Erişti dema di 14'ê Gulana 1991'ê de sibeha pêncşemê bi hevalê xwe re diçe hevdîtinê li derdora Belgradkapi ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û polîs wî dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. Parêzer Fethiye Pekşen, ji bo bi Yusufê di bin çavan de hevdîtinê bike serî li DGM'yê dide û destûra hevdîtinê girt. Lê dema çû Muduriyeta Emniyetê nehiştin bi Yusuf re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê Pekşen di 29'ê Adarê de giliyê polîsan kir. Piştî gilî hat kirin emniyetê got, 'Tu qeydên ku Yusuf Erişti di bin çavan de ye tune ye'. "    Îtiraf kirin   Fatmayê da zanîn hinek kesên bi heman operasyonê hatine girtin anîne ziman ku Yusuf hatiye binçavkirin û li emniyetê hatiye lêpirsînkirin û got:"Kesên bûn şahidên binçavkirina Yusuf diyar kirin ku polîsan gotine,' Me binçavkirina te nexistiye qeydê ji vir bedena te ya mirî derkeve haya kesî jê çênabe '.  Kesekî jî got îşkenceyeke giran li Yusuf hatiye kirin. Got herî dawî wî dîtiye ku Yusuf kirine komayê û birine hucreya wî. Her wiha xwendekarê zanîngehê yê bi navê (C.Ç.) dema li Taksîmê ji ber tevli 1'ê Gulanê hatibû kirin hatibû binçavkirin polîsan jê re gotibûn em ê te wekî Yusuf Erişti bikujin, wê xebera tu kesî jî jê çênebe. "   'Kesên Yusuf winda kirin hatin parastin'   Fatmayê da zanîn kesên Yusuf winda kirin hatin parastin û wiha got:"Bekir Erişti di serî de Serokomar Turgut Ozal û Serok Yildirim Akbulut serî li hemû serokên giştî yên partiyan da. Nêzî 30 daxwazname da Walîtiya Stenbolê û Dozgeriya Komarê. Tevî vê jî derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Kesên Yusuf winda kirin hatin parastin. Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin."   Piştre xwişka Yusuf, Sevim Erişti got:"Bavê min heta nefesa xwe ya dawiyê kurê xwe xwest lê kesî ew neanî."   'Em dîsa pirs dikin: Yusuf Erişti li ku ye ? '   Seblayê got:"Apê Bekir her rê ceriband. Serî li hemû rayedaran da lê tu encam negirt. Heta nefesa xwe ya dawiyê hewl dan xeberekê ji lawê xwe bigire. Di 2007'an de koça dawî kir. Em niha ji cihê apê Bekir hiştiye pirs dikin Yusuf Erişti li ku ye ? "   Çalakî bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.