Rêveberiya Herêma Firatê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anîn 2024-03-16 13:35:49       NAVENDANÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û xwest ji tevahî kesên komkujî li dijî Kurdan kirine, hesab bê pirsîn.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi boneya salvegerea 36’an a Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da.   Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya li Kobanê bi tevlêbûna nûnerên saziyan hat dayîn. Daxuyanî piştî 5 deqeyên rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Komkujiyan Helebceyê, bi zimanê kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Viyan Amara Sûad Xelîl ve û bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Firatê Ezîz Ebdî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma berê ya Iraqê ji bo berjewendiya xwe û ji bo ku Kurdan ji holê rake û gelê Kurd teslîm bike, Komkujiya Helebceyê pêk anî.   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Komkujiya Helebceyê derbas bû lê metirsiya bikaranîna çekên kîmyayî li ber çavê civaka navneteweyî ya bêdeng, li dijî gelê Kurd berdewam e.   Di dewama daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku dewleta tirk di êrişên xwe yên Efrînê, di êrişên xwe yên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê de mîna çekên kîmyewî yên ku di Komkujiya Helebceyê de hatibûn bikaranîn. Her wiha qetlîmana li dijî gelê Ermen ê ku Osmaniyan di sala 1915’an de pêk anîbû, hat bibîxistin.   Di daxuyaniyê de qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li ber qetlîamên rejîma tirk ên li dijî Kurdan bigirin û hesab ji kesên ku komkujiyan dikin, bipirsin.