‘Gel wê hemû lîstikan vala derxîne’ 2024-03-16 09:31:22     Rabia Onver   COLEMÊRG - Namzeta hevşaredariya Geverê ya DEM Partiyê Şadiye Kirmizigul diyar kir ku wê saziyên ji aliyê qeyûman ve hatine girtin ji nûve vebikin û wiha got: “Gel wê biçe ser sindoqan û lîstikan vala derxîne. Gelê me wê biserkeve.”   Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li her derê xebatên hilbijartinê didomin. Li Gever a Colemêrgê jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe didomînin.  Namzeta hevşaredariyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul projeyên xwe vegot. Şadiyeyê da zanîn ku bi pêşhilbijartinê hatiye hilbijartin û got ji ber bi hilbijartinek demokratîk namzet hatiye hilbijartin kêfxweş bûye û wiha domand: “Vê jî moral, motivasyon û hêz da me. Gelê me wê bi vê kelecan û moralî di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan. Daxwza gelê me di sindoqan de hatiye dîtin. Em ji vê baweriyê hêzê digirin.”   ‘Hevserokatî reng û dengê jinê ye’   Şadiyeyê wiha dirêjî dayê: “Hevserokatî helwestek pîroz e. Li tu derê cîhanê ev pergal tuneye. Pergala hevserokatiyê fikriyatek girîng e. Hevserokatî reng û dengê jinan e. Ev 8 sal in qeyûm şaredariyan bi rêve dibe. Qeyûman seranserê pêvajoyê ji bilî rant û talanê tiştek nekirin. Der barê jinan de tu tiştek nekirin. Hemû saziyên jinan girtin. Li gelê Geverê ambargo pêk anîn. Tu xizmet ji gel re nekirin. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bikar bîne."   ‘Em ê têbikoşin’   Şadiyeyê bi lêv kir ku wê li dijî feraseta qirkirinê ya qeyûman ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk têbikoşin û wiha domand: “Ciwanan bi polîtîkayên şerê taybet ber bi hişbir û fuhuşê ve dibin. Em ê dawî li van polîtîkayan bînin. Ciwan ji ber betaliyê neçar dimînin koç bikin. Em ê dawî li van polîtîkayan bînin. Em ê şaredariyeke ku gel diparêze û gel esas  digire ava bikin. Em ê bi rêgeza welatîbûna wekhev jinan ji nûve bigihînin rola hilberîner. Gelê me wê biçe ser sindoqan û hemû lîstikên qirêj vala derxîne. Baweriya me bi vê heye.”